Xizmên girtiyan heta niha jî çalakiyên xwe yên nobetên edaletê didomînin
Çalakgerên nobeta edaletê di daxwazên xwe de bi israrin û dibêjin, heta tecrîd li ser rêber Apo û civakê ranebe, ne em ne jî zarokên me yên di girtîgehan de dev ji berxwedanê bernadin.
“Ji bo edaletê em tecrîdê bi dawî bikin ji bo aştiyê em ê bibin dengê zindanan”.
Di bin vê dirûşmeyê Çalakiyên Nobeta Edaletê yên li bajarên Bakurê kurdistan û Tirkiyê destpêkir û hîna jî bi hemû hêza xwe didome.
Çalakiya li Wanê 36 roj li dû xwe hişt..
Parlamenterên DEM Partiyê yên Wanê, bernamzetên şaredariyê yên DEM Partiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad û Dayikên Aştiyê û gelek kes serdana çalakiyê kirin.
Dayikên Aştiyê yên serdana çalakiyê kirin gotin, tecrîda li Îmraliyê belavî tevahî girtîgeh û civakê bûye.
Nobeda Edaletê ya li Amedê jî bi serdanan gelek kes û saziyan di roja 38’an de didome.
Çalakgerên nobetê bi stranên xwe piştgirî dan berxwedana li zindanan.
Bi heman armancê di 13’ê Kanûna 2023’yan de li Stenbolê Nobeta Edeletê hat destpêkirin û hîna jî bi biryardariyeke xurt didome.