Malbatan bi Rêber Ocalan û 3 Girtiyên din re hevdîtin pêk anîn

27’ê Sibatê ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû ragihandin, ku li Girava Îmraliyê, ku Rêber Ocalan ev 22 salin lê tê girtin, şewat derketiye.

Li ser vê yekê, li welat û derveyî welat, gelê Kurdistanê û dostên xwe daketin qadan, ku agahiyek ji Rêber Ocalan bigirin.

Lê dewleta Tirk, serlêdanên parêzer û malbatan, dîsa bê bersiv hiştin.

Vê yekê hêrsa gelê Kurd û dostên wan mezintir kir û ev 5 rojin, li her derê bê navber li ser piyan e.

Çalakiyan di roja 5’an de, îro encam girt. Hate ragihandin, ku malbatên Rêber Ocalan û yên 3’ê girtiyên din ên li Îmraliyê, îro çûne Giravê û hevdîtin pêk anîne.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, di derbarê rewşa dawî ya li Îmraliyê de, îro danê êvarê, li ser twîtterê daxuyaniyeke kurt weşand.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ragihand, ku malbata Rêber Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê, îro hevdîtin, bi xizmên xwe re kirine.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Malbatên muwekîlên me Birêz Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ên li Girava Îmraliyê ne, di çarçoveya serdana malbatê de bi muwekîlên me re hevdîtin kirin.”

Li ser naveroka hevdîtinê, rewşa tenduristiyê ya Rêber Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê, heta niha daxuyaniyek nehatiye dayin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku parêzerên Rêber Ocalan ji 7’ê Tebaxa 2019’an ve ji bo hevdîtinê serî li rayedaran didin, lê belê heta niha ti bersiv ji daxwaza wan re nehatiye dayin.

Malbatan jî herî dawî 14’ê Tebaxa 2019’an bi Rêber Ocalan û 3 girtiyên din re hevdîtin pêkanîbûn.

Back to top button