Rûsya: Ti pilan ji bo hevdîtineke Çar-Alî tune ne

Piştî ku serokkomarê Tirkiyê Erdogan ragihand ku 5 û 6 vê mehê wê lûtkeyeke çar-alî bê lidarxisitn, Rûsya teqez kir ku ti lûtekên çar-alî derbarê Idlibê di pilansaziya Putin de nîne. Ji bo lûtkeya dewleta garantorên Astanayê jî, Îran bang li Rûsyayê kir ku lûtke li Îranê bê lidarxistin.

Piştî kuştina leşkerên dewleta Tirk li Idlibê û pêşdeçûna rejîma Sûrî li ser erdê, tevgereke siyasî ya awarte di nava dewletên garantor de rû da.

Dewleta Tirk beriya niha hem li ser zimanê serokkomarê xwe Erdogan û hem jî li ser zimanên raydarên xwe diyar kiribû ku 5 û 6 vê mehê derbarê Idlibê de wê hevdîtineke Rûsî-Tirkî-Fransî-Almanî pêk bê.

Lê herî dawî Rûsya ev daxuyanên dewleta Tirk derewandin û teqez kir ku ti pilanên serokê Rûsyayê Viladîmir Putin tune ne ku bi aliyên navborî re hevdîtinekê pêk bîne.

Berdevkê Kremlinê got:

Ji bo hevdîtineke bi Erdogan, Macron û Merkel re ti planên serokê Rûsyayê Putin tune ne.

Kremlin diyar kir ku eger aliyan li ser demê li hev kir, ew ê lûtkeyeke sê-alî navbera Rûsya, Îran û Tirkiyê de wê pêk bê.

Beriya niha jî Kremlin destnîşan kiribû ku ji bo rewşa Idlibê, pêncşema bê wê Putin û Erdogan hevdîtinekê pêk bînin.

Kremlin: Putin û Merkel bi hev re axivîn

Buroya ragihandina Kremlin bi daxuyaniyeke cuda jî destnîşan kir ku Putin û şêwirmenda Alman Angela Merkel peywendiyeke telefonî pêk anîne û heviyên xwe ji bo encamên hevdîtina Putin-Erdogan a bê, anîne zimên.

Rohanî ji Putin xwest ku lûtkeya bê ya Astanayê li Îranê be

Di heman çarçoveyê de balyozê Îranê li Rûsyayê ragihand ku serokê Îranê Hesen Rohanî bang li serokê Rûsyayê kiriye ku lûtkeya bê ya dewletên garantorên Astanyê li Îranê li dar bixe.

Back to top button