DR. Berhem Salih: Ji ber Trump, Kurd bi qirkirinê re rû bi rû ne

Serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih diyar kir ku ji ber polîtîkayên şaş ê Turamp niha Kurdên li herêma Bakûr û Rojhilatê Sûrî bi qirkirinek nijadî re rû bi rû ne û got: Ji ber siyaseta Trump êdî em nikarin baweriya xwe bi Emerîkayê bînin.

Serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih derbarê bûyerên li Iraq û Bakûr û Rojhilatê Sûrî di qewimîn ji Tevna Nûçeyan a HBO re axivî.

Dr. Berhem Salih da zanîn ku Emerîkayê dixwaze li gel wan kar bikin, lê siyaseta Serokê Emerîka Donald Trump hişt ku rewş ji niha û pê ve zehmettir bibe û got,

“Qanûnên Iraqê hene û em naxwazin Washington xaka me bikarbîne.”

Salih anî ziman ku êdî ew nikarin weke berê baweriya xwe li Emerîkayê bînin û siyaseta Emerîka ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî rexne kir.

“Emerîkî hêzên xwe paşvekişandin û Kurd bitenê hiştin.

Kurd niha bi qirkirina nijadî re rû bi ne û ji cihê xwe tên koçberkirin.”

Serokkomarê Iraqê destnîşan kir ku êrîşên dewleta tirk hişt ku careke din metirsiya serî rakirina DAIŞ’ê zêde bibe û metirsiyên nû bi xwe re bîne.

Leave a Reply

Back to top button