Ji bo lêkolînê NASA wê 2028-2030 xebatekê li Venûsê bide despêkirin

Ajansa Hewayî û Fezayê ya Amerîka (NASA) aşkere kir bi armanca lêkolînê 2028 û 2030’î wê xebatan li Venûsê bidin destpêkirin.

NASA duh bi daxuyaniyekê ragihand 2028 û 2030’î ji bo ku lêkolîna Venûsê bikin wê misyonan bişînin.

NASA’yê bi dehan sal in ku xebateke wiha nekiribû.

Di armancê de lêkolîna atmosfera Venûsê, lêkolîna dîroka wê ya jeolojîk heye.

NASA’yê ragihand ji bo ku ev milsyon werin geşkirn wê 500 milyon dolarî veqetînin.

Back to top button