Çalakiya greva birçîbûnê di roja 189’an de dewam dike

Çalakiyên greva birçîbûnê ên li girtîgehên dewleta Tirk a li dijî tecrîda li ser Rêber Apo di roja 189’an de bi biryardariyeke mezin didome. Xizmên girtîyan diyar kirin dema tecrîd bi dawî bibe wê hemû girtî jî azad bibin û banga xwedî derketina li berxwedana wan kirin.

Berxwedana girtiyên ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan di çalakiya greva birçîbûnê de ne bi biryardariyeke mezin didome.

Bi dewrgirtina koma 38’emîn çalakiya greva birçîbûnê di roja 189’an de ye.

Çalakiya grevê li Mexmûrê jî di roja 168’an de didome.

Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dimînin jî di roja 151′ de çalakiya xwe dewam dikin.

”Divê em piştgiriyê bidin berxwedana girtiyan”

Girtiyê bi navê Omer Sîpek 12 sal in girtiye û niha li Girtîgeha Ereglî ya Konyayê ye.

Dayika wî Saadet Sîpek derbarê rewşa kurê xwe de axivî û got:

Gelek zilm û gef li ser girtiyan dikin, ji sedî 55 bedena kurê min şewitiye.

Kurê min nexweş e û ligel nexweşiya xwe tevlî çalakiya greva birçîbûnê bû.

Bila her kes xwedî li çalakiya girtiyan derkevin, divê tecrîd rabe û hemû girtî azad bibin.

Ji ber bêedaletî û bêhiqûqiyê zarokên me bi salane li girtîgehan de ne.

Divê em piştgiriyê bidin çalakiya girtiyan û têkoşîna xwe xurt bikin.

Back to top button