Plansaziya sala 2024 ya Şaredariyên Gel ên Minbicê

Komîteya Şaredariyan a Kantona Minbicê plansaziya xwe ya îsal aşkera kir.
Avakirina cihên ji bo parastina welatiyan ji êrişan û karesatên xwezayî yek ji plansaziyê ye.

Hevserokê Nivîsgeha Lêkolînan a Komîteya Şaredariyan a Minbicê Mihemed El Mihelî, diyar kir ku komîteyê par bi budceya milyon û hezar dolar gelek proje li ser asta kantonê pêk anîn.

Der barê plansaziya îsal de Mihemed El Mihelî got:

“2 mîlyon û 106 hezar budce ji bo projeyên qîrkirin, projeyên îstîsmarê, projeya avakirina bajarekî pêşesazî li bajar û avakirina navendên parastina şêniyan ji karesaet û êrişan.”

Mihemed destnîşan kir ku lêçûna qîrkirinê li şaredariyên gundewaran dê 458 hezar dolar be û ya projeyên avakirina avahî û stargehan dê 170 hezar dolar be.

Mihemed El Mihelî da zanîn ku budceya giştî ya şaredariyên gundewarên Minbicê mîlyon û 269 hezar dolar e û ya şaredariya navenda kantonê 840 hezar dolar e.

Back to top button