6`emîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol îro bi xelatkirina 4 weşanxaneyan û nivîskarên beşdar bi dawî bû.
Bi dehan rewşenbîr, endamên Desteya Çand û Hunerê ya Qamişlo, gelek kesayetên din û malbata şehîd Herekol li hola Zana ya Qamişlo kom bûn û tevlî roja dawîn a pêşangehê bûn.
Di pêşangehê de, pirtûka bi navê “Herekol” a nivîskar Dilovan Amûdê hat îmzekirin.
Her wiha çapkirina 5 pirtûkên din ên nivîskar: Melevan Resûl, Cuma Heyder, Mihemed Emîn Elîko, Ebdullah Şikakî û Foziye Mirî hatin ragihandin ku dê sala bê di pêşangehê de werin pêşandan.
Her wiha dayîka şehîd Herekol Xedîce Mele Îbrahîm, 40 weşanxane, nivîskar û kesayetên din ên ku tevlî pêşangehê bûne û ajansa ANHA ku ji destpêkê ve pêşangeh şopand, hatin xelatkirin.
Pêşengeh bi strandina Beha Şêxo bi dawî bû.