Remziye Mihemed: Ezmûna Kongra Star bandor li hemû jinan kir

Berdevka Kongra Star a Rojava, Remziye Mihemed derbarê salvegera damezrandina Kongra Star de axivî. Remziye anî ziman ku 18 sal in Kongira Star bi felsefeya ‘ Jin, Jiyan, Azadî têdikoşe û got: Em ê bi hevgirtina jinan li dijî pilanên li ser jinan rawestin.

Kongra Star a ku bingeha wê Yekîtiya Star bû xwe li ser bîrdozî û konfederalîzma demokratîk bi rêxistin dike.

15’ê Çileya 2005’an bi navê Yekîtiya Star hat damezrandin.

25’ê Sibata 2016’an jî di kongreya 6’an a Yekîtiya Star de, navê wê bû Kongra Star.

Kongra Star xwe bi riya komîn û meclisan li Kantonan bi rêxistin kiriye.

Xebatên wê li Şamê û nûnerên wê jî li Libnan, Başûrê Kurdistanê û Ewropayê hene.

Bi boneya salvegera damezrandina Kongra Star, Berdevka Kongra Star a Rojava, Remziye Mihemed axivî.

Remziye Mihemed salvegera damezrandina vê rêxistinê li tevahî jinan pîroz kir û wiha dest bi axaftina xwe kir:

12 Komîteyên me hene, van komîteyan di vê salê de di alî perwerde, dîplomasî, parastin, edalet, aborî, rêxistin û hwd..bi erk û berpirsyariyên mezin rabûn.

Di vê salê de li hemberî dagirkeriyê Hediye Brahîm jiyana xwe ji dest da û bi vê boneyê ew wê bi bîr tînin.

Me karîbû bi riya van komîteyên xwe di nava civakê de birêxistin bikin.

Remziya da zanîn ku jinên li herêmê hebûna xwe di Kongra Star de dibînin û wiha dirêjî da axaftina xwe:

Heta astekî Kongra Star hate naskirin û ezmûna WE bandor li pêkhateyên din jî kir.

Mînaka wê jî Kombûna Jinên Zenûbya ku ji jinên ereb pêk tê.

Ev pêşengtiya şoreşê ya ku me kiriye li Bakur û Rojhilatê Sûriyê sîndordar nemîne, em ê xebatên xwe berfireh bikin.

Remziye Mihemed: Azadiya fêzîkî ya Rêber Apo armanca me ya sereke ye

Remziye Mihemed wiha bi dawî kir:

Kongra Star ji bo azadiya fizîkî yê Rêber Apo xurtkirina têkoşînê armanc digire.

Ji ber felsefeya Jin jiyan azadî Rêber Apo me da nasîn em ê ji bo azadiya rêbertî têbikoşin.

Hêviya me li tevahî jinan ewe ku derdor rêxistinê, xwe bikin yek, dagikerî û pilanên li dijî jinani têk bibin.

Back to top button