Waşîngton bo Enqerê: ‘Divê Tirkiye du caran bifikire’

Amerîka li ser daxwazên Erdogan ya hevdîtina bi Esed re bi rengekî sergirtî ew hişyar kir û got:
Beriya biryarê bidî, divê “ducaran” bifikirî.

Tirkiye ber bi hilbijartina parlamento û Serokomariyê ve diçe.

Bi derbasbûna demê re, êdî rejîma AKP-MHP’ê ya têkçûna xwe dibîne, li rê û rêbazan digere.

Ji bo serketina xwe misoger bike, gotinên berê û polîtîkayên bûne sedema bi sedhezarî kes bimrin ji bo wan ne girînge.

Ya girîng bikarin bo demeke din vê hûnera xwe ya çetewarî li ser deshilatê bihêlin e.

Ji ber wê yekê di nava demên dawiyê de êdî bi eşkereyî dixwaze li gel hikumeta Şamê hevdîtinan bike.

Lê ya diyar ewe ku welatên hevalbendên Tirkiye nikarin bi wasî şefê rejîmê Recep Tayyip Erdogan ewasî zû polîtîkayên xwe biguhere.

Ev yek dibe sedema hişyariyan.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price daxuyaniyek da çapemeniyê û got,

“Em piştgiriyê nadin welatên ku têkiliyên xwe zêde kirine û di vî warî de daxwaza xwe ya ji bo vegerandina dîktatorê hov Beşar Esed nîşan didin.”

Hêjayî gotinê ye ku ev daxuyanî piştî wê civîna sêalî hat.

Wezîrên Parastinê yên Tirkiye, Rûsya û Sûriyê ya li Moskowê ku di dawiya meha Kanûnê de civiyan.

Piştî 11 salan ji destpêkirina şerê navxweyî li Sûriyê, Sûriye û Tirkiyê cara yekem di asta wezîran de li Moskow civiyan.

Price anî ziman ku nabe welat ji bo asayîkirina peywendiyên bi Esed re gavan bavêjin û got:

“Em bang li welatan dikin ku bi baldarî rewşa mafên mirovan ya tirsnak ya rêjîma Esed di van diwanzdeh salên borî de lêkolîn bikin.”

Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu piştî civîna sêalî ya li Moskowayê doh Sêşemê bi nûnerên komên xwe yên çete re civiya.

Back to top button