Li Qamişlo pêşengeha wêneyan hate vekirin

Li Qamişlo bi navê ‘Serboriyên Hunerî’ pêşangeha wêneyan hate vekirin. Di pêşengehê de berhemên gelek şêwekaran hate pêşandan.

Pêşengeh bi navê ‘Serboriyên Hunerî’ li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê li dar ket.

Di pêşengehê de, berhemên hunermend Ekrem Bekir, Kolos Silêman, Zavê û Siud Şêxo, tên nîşandan.

Beriya vekirinê, hunermend Ekrem Bekir axivî û spasiya Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê û got:

Pêşangeh ji bo piştgiriya şêwekar û hunermendan hate vekirin.

Paşê, Hevseroka Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê Mariya Aho pêşangeh vekir.

Hunermendê ji Hesekê Kolos Silêman axivî û diyar kir ku wî berhemên xwe û yê 3 hevalê xwe pêşkêş kiriye û got:

“Ji bo ku em tecrubeyên xwe yên hunerî bi gel re parve bikin, me ev pêşangeh li dar xist.”

Pêşangeha ‘Serboriyên Hunerê’ dê ji saet 11.00’an heta 16.00’an vekirî be û heta 21’ê Sibatê dewam bike.

Back to top button