Qutkirina ava Elok…Hikumeta Şamê banga destwerdanê li NY dike

Piştî qutkirina ava Hesekê bi 25 rojan, deng ji hikumeta Şamê hat û banga destwerdana lezgîn li NY û Konseya Ewlekariyê kir.

Hikumetê li ser zimanê Wezareta xwe ya Derve, qutkirina ava stasyona Elok ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar kir û bang li NY û Konseya wê ya Ewlekariyê kir ku bilez zextê li Enqereyê bikin da avê vegerînin.

Wezaretê peyamek ji aliyên navborî re rê kir û tê de, binpêkirinên Tirkiyê û êrîşên wê yên dubare li ser xaka Sûriyê bi bîr xist û qutkirina ava Elok, weke sûc bi nav kir.

Hikumeta Şamê ku ev êrîş û kirinên Tirkiyê weke zext li ser rejîma xwe bixwe dît, banga rawestandina dagirkeriya wê jî kir.

Back to top button