Fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî êrîşa Hêzên PDK’ê ya li dijî Hêzên Gerîla li Amediya Başûrê Kurdistanê şermezar kir û xwest pirsgirêk bi diyalogê bi pêş bikeve.
Fermandar Ebdî li ser Twitterê diyar kir ku, “êrîşa PDK’ê ya li Amediyê pêk hatiye cihê şermezariyê ye û dê destkeftiyên doza Kurdî têk bibe.”
Ebdî her wiha banga rawestandina êrîşan û çareserkirina pirsgirêkan bi diyalogê kir.
Duh jî HPG’ê ragihandibû ku, li Amediyê Hêzên wan rastî êrîşeke Hêzên PDK’ê hatibûn û 3 gerîlayên wan birîndar bûne û rewşa 2 ji wan giran e.