Fermandarê artêşa Nîjerya: Zêdeyî 300 xwendevan ji çeteyên Boko Heramê hatin xelaskirin

Zêdeyî 300 xwendevanên ku ji aliyê çeteyên Boko Heram yên li Nîjeryayê ve hatibûn revandin, hatin rizgarkirin. Xwendevanên hatine rizgarkirin gihiştin malbatên xwe.

Beriya hefteyekê çeteyên Boko Heram êrîşî dibistanekê li Kankara kiribû û zêdeyî 300 xwendevan revandibû.

Fermdanrê artêşa Nîjerya Lukman Omoniyî got, wan xwendevan rizgarkirine û anîne herêma Katsinayê.

344 xwendevan di bin parastina hêzên ewlekariyê de gihiştin herêmê.

Hat hînbûn ku rewşa xwendevanan ya tenduristiyê başe.

Çeteyên Boko Heram 11 Kanûnê bi şev êrîşî dibistaneke li herêma Kankara ya eyaleta Katsina kiribû.

Piştî vê serokwezîrê Nîjarya ragihand ku ji bo rizgakirina xwendevanan dest bi oparasyonê kirine.

Xwendevanên ku hatin revandin bi rojan li daristana Rugu hatin girtin.

17’ê Kanûnê rêveberiya eyaleta Katsîna ji çapemeniyê re ragihandibû ku wan xwendevan ji destê çeteyan rizgar kirine.

Back to top button