Mehmet Gurbuz û Huseyîn Olan: Divê tecrîd ji holê rabe

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk-DBP’ê yê Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz û Parlamenterê Bedlîsê yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan-DEM Huseyîn Olan diyar kirin ku ji bo jiyaneke demokratîk û erdnîgariyeke jiyanbar divê tecrîd bê şikandin.

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk-DBP ê Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz li ser tecrıda giran a li ser Rêber APO û girtîgehan axivî.

Mehmet Şîrîn Gurbuz anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê her ku diçe kûrtir dibe û wiha got:

“Ji bo pêvajoyeke demokratîk û erdnîgariyeke jiyanbar divê tecrîd bê şikandin.

Divê dengê girtiyên li girtîgehan bê bihîstin.

Piştî 15’ê Sibatê çalakiyên greva birçîbûnê yên dorveger dibe ku veguherin rojiya mirinê.

Em dixwazin dengê çalakiyên bi vî rengî yên ku bedêla wan jiyana mirovan e bên bihîstin.

Heta têkbirina têcrîdê emê têbikoşin.”

Huseyîn Olan: Sedema tecrîdê ferzkirina neçareseriya pirsgirêka Kurd e

Têkildarî heman mijarê Parlamenterê Bedlîsê yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan-DEM’ê Huseyîn Olan jî axivî.

Huseyîn Olan eşkere kir ku yek ji sedemên herî girîng ên tecrîda giran a li ser Rêber APO, ferzkirina neçareseriya pirsgirêka Kurd e û wiha anî ziman:

“Hemû pirsgirêkên heyî yên li Tirkiyê israra li ser çareseriya bi tedbîrên ewlekariyê û tundiyê ye.

Tecrîda mutleq ne tenê li Îmraliyê ye, di serî de saziyên gelê Kurd li ser her kesên li ber desthilatdariya faşîst radibin tecrîd tê meşandin.

Kiryarên heyî yên li zindanan nayên qebûlkirin. Ji aliyekî ve dirêjkirina cezayê girtinê bi rengekî kêfî, li aliyê din jî poşmaniya tê ferzkirin, êrîşên li dijî rûmeta mirovahiyê ye.

Bêyî ku dereng bimîne divê daxwazên girtiyan bên pêkanîn.”

Ferzende Mûnzûr: Dê konferanseke Rojhilata Navîn were li darxistin

Back to top button