“Heta daxwazên girtiyan neyên pêkanîn wê çalakî dewam bin”

Nobedên Edaletê yên li Amed Stenbol, Edene, Mersîn û Wanê didomin.
Welatiyan di nobedan de bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û diyar kirin ku heta daxwazên wan neyên bi cih anîn wê çalakiyên wan bidome.
Li aliyekî din girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirine.
Çalakî, di roja 21’an de didome.

Li Amed Edene, Wan û Mersînê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” Nobedên Edeletê yên hatibûn destpêkirin roja 13’an de didome.

Li Nobeta Edeletê ya xizmên girtiyan li Stenbolê dabûn detpêkirin di roja 4’emîn de berdewam e.

Hevseroka Komelay Alîkariya Malbatên Girtiyan ya Marmarayê (MATUHAYDER) Dîlek Sonmez di nobeta stenbolê de axivî û got:

“Armanca me ji van çalakiyan ew e ku tecrîd li ser Rêbertî bê rakirin.”

Dayika aştiyê Eynê Atabay: Divê demlidest daxwazên girtiyan pêk bînin

Yek ji dîlgirtiya Azdiyê Leyla Atabay ku niha di girtîgeha navçeya Alanya ya bajarê Antalyayê de dimîne bi rêka malbata xwe ragihandiye ku ji bo azadiya Rêbertî tevlî Greva birçîbûnê bûye.

Dayika wê Eynê Atabay jî bi heman armancê li Wanê di çalakiya Nobeta Edaletê de ye, bal kişand li ser çalakiya greva birçîbûnê ya ku li girtîgehan hatiye destpêkirirn û got:

“Bangawaziya min ji tevahî gelê cihanê ew e ku ne bi tenê malbatên girtiyan, bila dayikên dinê jî werin li vir bi hev re rûnên.

Bila destên xwe bidin ser wîcdana xwe û bêjin ev gel ji bo me tevahiyan kiriye, ji bo xwe nîne.

Keça min ne ji bo xwe, ji bo vê gelê xwe hatyie girtin.”

Eynê Atabay banga bicihanîna daxwazên girtiyan kir.

Çalakgera nobeta edaletê Eylem Yavûz: Bi têkoşîna xwe em ê bibin dengê girtîgehan

Li Amedê jî bi heman armancê Nobeta Edaletê didome û rojane serdana gel cihê çalakiyê çêdibe.

Ji serdêrên Nobeta Edaletê ya Amedê Eylem Yavûz ku bi malbata xwe re, tev li çalakiyê bûye, diyar kir ku armana wan ew e ku dengê girtiyan bê bihîstin.

Çalagera Nobeta Edaletê anî ziman ku hemû pirsgirêkên ku tên jiyîn bi tecrîdê ve girêdayî ne û bang li dayik û ciwanan kir ku bibin dengê girtîgehan.

Back to top button