“Li Helebê dorpêç bandorekê neyinî li qada perwerdeyê dike”

Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Kantona Efrîn û Şehbayê ji ber dorpêçê û tunebûna mazota ji bo basan û germkirinê dewama dibistanan sekinandin.
Her wiha ji ber dorpêçê li ser her du taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, hatiye ferzkirin ku nahêle sotemenî û pêdiviyên din ên jiyanî derbasî taxê bibin.

Hevserokê komînteya perwerdeya civaka Demokratîk KPC-D’ê Menan Cafer di derbarê dorpêçê de diyar kir ku ji ber belavbûna nexweşiyan li gel mamoste û xwendekaran ew zehmetiyan di rêveçûna xebata perwerdeyê de dikişînin û got:

” Li dibistanên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, ji her sê astan (Seretayî, navîn û amadehî) 14 hezar û 850 xwendekar dixwînin.

Nebûna rêbazên germkirinê bandorek neyinî li xwendekaran dike

Bi wê re sermaya zivistanê nexweşiyan bi zarokan re çêdike.”

Menan Cafer di dawiyê de bang li hikûmeta şamê kir ku dev ji vê polîtîkaya xwe berde û mafê her zarokê heye ku perwerdeya xwe bibîne.

“Dorpêça hikumeta Şamê metirsiyên mezin çêdike”

Back to top button