“Dorpêça hikumeta Şamê metirsiyên mezin çêdike”

Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Efrîn û Şehbayê Cemal Reşîd têkildarî dorpêça hikumeta Şamê ya li ser kantona Şehbayê axivî û got: “Berxwedana gelê me li hemberî dorpêçê bi hêz e.”

Cemal Reşid wiha behsa polîtîkayê hikimeta şamê kir:

“Ji 6 salan ve gelê herêmê bi dorpêça hikmeta Şamê re rû bi rû dimîne.

Û her tim bi hatina demsala zivistanê re dorpêçê girantir dike.

Hemû pêdiviyên ku gel pê jiyana xwe derbas dike, li herêmê nayên peydakirin.

Wekî havînê di kampan de germahî zêde ye û zivistanê ji ber sermayê zehmetî tê kişandin.

Ji ber ku tu rêyên din nîn in, ji bo wê dema ev rê jî tê girtin encamên giran derdikevin holê.

Yek ji pêdiviyên gel ên bingehîn sotemenî ye. Lê sotemenî jî dibe amûreke şerê taybet.

Bi taybet di van demên dawîn de sotemenî bi temamî li ser herêmê hatiye qutkirin.

Lê belê berxwedana me li hemberî dorpêçê bi hêz e.”

Berxwdana gel dê siyaseta dorpêç û qirkirinê têk bibe

Back to top button