Şêniyên Qamişloyê li hemberî berdewama êrişên dagirkeriya Tirk, hevgirtina xwe bi gelê Şehbayê û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ku hikumeta Şamê dorpêç kiriye, ragihand û destnîşan kir ku wê berxwdana gel siyasetên dorpêçê têk bibe.
Raniya Tahir a ji navçeya Girkê Legê berxwedana şehba, nirxand û got:
“Em ê bê deng nemînin û em ê ji bo şikandina dorpêçê û pûçkirina planên tunekirinê tê bikoşin, ji ber ku çarenûsa me yek e.”
Li ser vê yekê welatiya bi navê Ayhan Ebas wiha got:”Li hemberî her cure êrîşê û dorpêçê em serî netewînin.”
Ayhan bêdengiya rêxistinên mafên mirovan rexne kir û ev helwesta wan wek ‘cihê şermê’ bi nav kir.
Welatiyê bi nave Hanî Mehmûd jî diyarkir ku ku divê her kes beriya ku li şehba, taxên şêxmeqsûd û Eşrefiyê karesetek mirovî rûbide divê alîkarbin.
Welatiyê bi navê Alan Ferhad jî daxuyakirin ku ew amade ne alîkariyê xelkên şehba bikin û derveyî berxwedanê rêya xilasiyê nîne.