Li Şehba ji ber dorpêça hikumeta Şamê zarokekê jiyana xwe ji dest da

Ji ber dorpêça ku ji aliyê hikûmeta Şamê ve li ser kantona Şehbayê hatiye ferzkirin, zarokekê ji sermayê jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên çavkaniyên ji kantonê di 2′yê Kanûnê de li kampa Serdemê zaroka bi navê Sozdar Hesen ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da.

Ji ber tunebûna mazot û ceyranê û gelek cûreyên dermanan tevahî beşên Nexweşxaneya Giştî ya Avrîn , ji bilî beşa lêzgîn rawestiyan û nexweş nikarin xwe bighînin nexweşxaneyê.

Endamên saziyên Rêveberiya Xweser bi taybetî Şaredariya Gel bi peyatî û bi derfetên diyarker xizmetan pêşkêş dike.

Li gel dorpêça dijwar û êrişên dewleta Tirk, koçber Efrînê û şêniyên Şehbayê berxwedan û têkoşîna xwe berdewam dikin.

Back to top button