Çalakiya nobeta edaletê li Amed, Mersîn û Edeneyê di roja 7’an de didome

Nobetên Edaletê yên bi armanca piştevaniya bi girtiyan re û daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê APO û çareseriya pirsgirêka kurd li Amed, Mêrsîn, Edena û Wanê hatine destpêkirin, didomin.
Kesên tevli Nobetên Edaletê bûne wiha gotin:
“Em bang li her kesê xwedî wijdan dikin ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û demokratîkbûna Tirkiyê xwedî li çalakiyan derkevin.”

Nobetên Edaletê yên bi armanca piştevaniya bi girtiyan re û daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê APO û çareseriya pirsgirêka kurd li 4 bajaran hatine destpêkirin, didomin.

Nobeta Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re-TUAY-DER a Amedê hatiye destpêkirin di roja 7’an de berdewam dike.

Partiya Herêmên Demokratîk-DBP’ê xelkên Amedê serdana nobetê kirin.

Çalakvanan, ji bo ku tecrîd were şikandin herkes vexwendin têkoşînê.

Ji nobetên edaletê banga wijdanî: Divê her kes xwedî li çalakiyan derkeve

Li Mêrsînê jî Nobeta ku Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê daye destpêkirin jî berdewam dike.

Dayikên Aştiyê û hin nûnerên saziyên sivîl beşdar bûn.

Hevserokê TUAY-DER’a Çûkûrovayê Ergîn Altûntaş anî ziman ku Nobeta Edaletê ya îro diyarî jinên li Girtîgeha Jinan a Tarsûsê di çalakiya greva birçîbûnê de ne dikin.

Pişt re Altûntaş peyamên jinên li Girtîgeha Jinan a Tarsûsê tên ragirtin parve kir.

Li çalakiya Edenayê de jî daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin.

Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê, rêveberên DBP’ê, HEDEP’ê gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.

Rêveberê komaleya malbatên girtiyan Saît Sûndûk anî ziman ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê, divê tecrîd bê rakirin.

“Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê tecrîd bê rakirin”

Li Wanê jî çalakiya nobetê ku bi heman armancê hatiye destpêkirin di roja 6’an de didome.

Parlamentera HEDEP’ê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît di çalakiyê da bang li her kesî kir ku divê li çalakiya zindanan xwedî derkevin.

Li Amedê ji bo Rêber Apo çalakiya nobeta edaletê hate destpêkirin

Back to top button