Rojnamevan Silêman Ehmed ev 47 rojin agahî jê nayê girtin

Rojnamevan Silêman Ehmed ev 47 rojin agahî jê nayê girtin.
Derbarê mijarê de birayê rojnamevan Şehîd Wedat Hisên, Semed Hisên û endamê Dezgeha Stander yê Lêkolîn û Medyayê Dr. Reed Refet banga serbestberdana Silêman kirin û gotin:
“PDK’ê ji pênûsa rojnamenanan ditirse, lewma hemû hêza xwe ji bo bêdengkirina rojnamevanan bikar tîne.”

Ji Rojnamevanê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 47 rojin agahî nayê girtin.

Her ku diçe guman û xeterî li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin.

PDK’ê rê nade parêzer û malbatê ku hevdîtinê li gel wî bikin.

Derbarê revandina rojnamevan Silêman Ehmed de birayê rojnamevan Şehîd Wedat Hisên, Semed Hisên axivî.

Semed Hisên: Li Başûrê Kurdistanê yasa û mafên parastinê nîne

Semed Hisên da zanîn ku li Başûrê Kurdistanê yasa û mafên parastinê rojnamevanan nîne û got:

“Jiyana rojnamevan û nivîskaran ji ber desthilata PDK’ê ne di ewlehiyê de ye.

PDK’ê Rojnews wek metirsiyek ji xwere dibîne, lewra dixwaze endamên wê birevîne.

“Desthilata Başûr ji pênûsa rojnamevanan ditirse”

Li dijî girtina rojnamevan Silêman Ehmed 215 rojnamevan, çalakvan, siyasetmedar, dezgehên rêxistinên cuda banga azadikirina Silêman Ehmed kirin.

Di vê çarçoveyê de endamê Dezgeha Stander ya Lêkolîn û Medyayê Dr. Reed Refet di peyameke vîdyoyî de rexneyên tund li desthilata Başûrê Kurdistanê kir û got:

“Desthilatdarên Başûrê Kurdistanê bi nîv milyon hêza çekdarî û bi milyaran dolaran, ji pênûsa rojnamevanekî ditirse.

Lewma hemû hêza xwe bi girtin û zextan ji bo bêdengkirin û tepisandina dengê rojnamevanan bi kar tîne.

Lê ruxmê van zext û girtinan jî, roj bi roj dengê nerazî yê rojnamevan, çalakvan û azadîxwazan bilindtir dibe.”

Rojnamevan Silêman Ehmed ev 46 roj agahî jê nayê girtin

Back to top button