Li Amedê ji bo Rêber Apo çalakiya nobeta edaletê hate destpêkirin

Ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Apo gelê Kurd û dostên wan li her deverê di nava çalakiyan de ne.
Li Amedê li dijî tecrîd û bi armanca piştgiriya bi girtiyên dest bi gravê kirine Nobeta Edaletê hat destpêkirin.
Di daxuyaniya despêkirinê de hate gotin, beriy rewşa girtiyan bikeve xeteriyê divê herkes tişta jê tê xwestin bike.

Piştgiriya bi girtiyên siyasî yên ku dest bi grava birçîbûnê ji bo azadiya rêber Apo kirine, mezin dibe.

Bi vê armancê ji bo piştgirya bi girtiyan re li Amedê Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re TUAY-DER dest bi Nobeta Edaletê kir.

Nobeta Edaletê bi daxuyaniyekê di bin dirûşma ‘Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan’ hat ragihandin.

Polîsan li wir hewl dan daxuyaniyê asteng bikin, hevserokê MED THAD-FED’ê Kerem Canpolat li hember vê yekê axivî û got:

“Dîmenê îro rastiya tecrîdkirina me teva dide nîşandan.”

Kerem Canpolat diyar kir ku ev zêdetirî 33 meh in tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin û got:

“Girtiyên siyasî ji bo ku raya giştî ya derve li dijî tecrîdê bêhtir agahdar bikin û rastiya wê derxin holê dest bi gravê kirin. Em jî dixwazin bi çalakiya xwe ya nobetê bêhtir bibin deng, dil û çavê girtiyan. Em dixwazin raya giştî di vê mijarê de bêhtir bihestiyarî tevbigere.”

Canpolat da zanîn ku beriya rewşa girtiyên ketine girevê bikeve xeteriyê divê her kes bibe dengê girtîgehan.

Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat di dawiyê de wiha anî ziman:

“Sedema xetimînên heyî, tecrîda li dijî birêz Abdullah Ocalan e. Ji bo jiholêrakirina vê rewşê, divê Abdullah Ocalan bikare bi parêzer, malbat û bi raya giştî re bê gel hev. Gotinên birêz Abdullah Ocalan ji bo raya giştî binirx in. Got; ‘Ez dikarim di nava hefteyekê de şerê li Tirkiyeyê bidim sekinandin. Ev gotin, pir girîng e.

Em ê li gel sazî partiyên siyasî dest bi nobetê bikin.

Her 3 rojan carekê wê nobet were dewrkirin.”

Back to top button