Tecrîda Îmraliyê di rojeva parlamentoya Norveçê de ye

Li Norveçê tecrîda li ser Rêber Apo di rojeva Parlamentoyê de bû.

Her wiha Tecrîda girankirî a li dijî Rêber Apo li Parlamentoya Norveçê de jî di rojevê de bû.

Parlamenterê Partiya Çep a Sosyalîst a Norveçê Andreas Sjalg Unneland Wezareta Karê Derve bibersivîne pêşnûmepirsek têkîldarî tecrîdê pêşkeşî parlamentoyê kir.

Unneland: divê cpt rapora xwe ya têkîldarî îmraliyê parve bike

Di pêşnûmeyê de rapora CPT’yê ya têkildarî astengkirina hevdîtinên bi Rêber Apo re hat bibîrxistin û wiha hate gotin:

“CPT, bi rêya serdanan hewl dide pêşî li êşkence û cezayan bigire.

Lê CPT, ji bo zirar negihije têkiliyên dîplomatîk ên bi Tirkiyê re, têkildarî serdana dawî ya li Girtîgeha Îmraliyê rapora xwe parve nake. Gelo Wezareta Karê Derve wê vê mijarê bişopîne yan na? ”

Di pêşnûmeyê de hat destnîşan kirin ku CPT’yê di demên berê de diyar kiribû ku ji ber mercên Abdullah Ocalan tê de dijîn bifikare û ev tişt hatin parvekirin:

“Lê ji ber ku Tirkiyê ji bo rapor neyê weşandin îtîraz kir, ev danezan nehat parvekirin. ”

Sjalg Unneland helwesta CPT’yê rexne kir û diyar kir ji ber ku CPT rapora xwe parve nekir, cîhana derve nizane bê ka li girtîgehê çiqas rêz ji mafên mirovan re tê girtin.

Unneland di dawî de destnîşan kir ku ji bo mîsogerkirina mafên girtiyan û parastina jêbawerbûna CPT’yê, pêwiste rapora xwe biweşîne.

Back to top button