PADÊ li Tilizêrê a Şengalê namzetên xwe bi gel da nasîn

Li Iraqê wê piştî 15 rojên din, hilibjartina Encumena parêzgehan pêk were.
PADÊ jî beriya hilbijartinê xebatên xwe berfireh kiriye.
Di vê çarçoveyê de, namzetên xwe li Tilizêr danasîn.
Rêveberên PADÊ di dema danasîna namzetan de, bang li welatiyan kir ku dema çûn ser sindoqan destê xwe dênin ser wijdana xwe û wisan dengê xwe bikar bînin.

18’ê Kanûnê li Iraqê wê hilbijartinên encûmenên parêzgehan pêk were.

Nînova ya ku Mûsil û Şengalê digre nava xwe, weke yek ji parêzgehên sereke tê dîtin.

Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzdiyan (PADÊ) jî îro di çarçoveya xebatên hilbijartinê de bi gel re civiyan.

PADÊ ya bi lîsteya “Yekîtiya Gelên Nînowayê” derbasî hilbijartinê dibe, bi diruşmeya ‘Bi yekîtiya û tifaqa gelan em ê xweseriyê biparêzin’ namzetên xwe bi gel dan nasîn.

Namzetan bernameya xwe eşkerekirin û daxwaza piştgiriyê ji gel kirin.

Hevserokê Meclîsa Xweseriya Şengalê Nayîf Şemo bang li xelkê Şengalê kir ku destên xwe bidin ser wijdanê xwe û wisa dengê xwe bikar bînin.

Namzetê Tilizêrê Dexîl Seydo jî qala fermana 73’an a bi serê gel de hatî kir.

“Wê nemazet bi gel re bicivin û li daxwazên wan guhdar bikin”

Ji bo hilbijartinê Rêveberiya Xweser a Şengalê jî bi hemû saziyên xwe ketiye nava tevgerê.

Rêveberiyê, kartên namzetên PADÊ û tifaqê li seranserê Şengalê belavkir û bernameyê wan bi gel da nasîn.

Endamê Meclisa Gel a Şengalê Şêx Celal axivî û got:

“Me ji gel xwest ku vê çarê li gelê xwe û Şêngal xwedî derkevin.

Xelk jî heya niha bi kêfxweşî me pêşwazî dike. ”

Şêx Celal da zanîn wê namzet jî li gundan bi gel re bicivin û li daxwazên wan guhdar bikin.

Seydo Guro: Dengê xwe bidin wê partiya me ji fermanan biparêze

Back to top button