Seydo Guro: Dengê xwe bidin wê partiya me ji fermanan biparêze

Endamê Desteya Eşayîrî ya Şengalê Seydo Guro bang li civaka Êzidî kir da ku di hilbijartina parêzgeha Nînowayê de piştiriya namzetên gel bikin û got:
“Dengê xwe bidin wê partiye ku me ji fermanan biparêze, pişta gelê xwe bigire û hevalê gele xwe be.”

Ji bo hilbijartina parêzgehên Iraqê ya 18’yê Kanûnê her ku diçe roj kêm dibin û bangeşeya hilbijartinê jî geştir dibe.

Bi taybet li Şengalê ku parçeyek hilbijartina parêzgeha Nînowayê ye.

Namzetên Rêveberiya Xweser ya Şengalê zend û bend badane.

Piştgirî û desteka ji bo namzetên Rêveberiya Xweser jî roj bi roj zêdetir dibe.

Di derbarê vê mijarê de Endamê Desteya Eşayîrî ya Şengalê Seydo Guro Elyas jî yek ji wan kesayetane ku balê dikişîne ser girîngiya hilbijartina parêzgehan.

Seydo Guro wiha anî ziman:

“Heya niha me gelek partî dîtine lê baweriya me bi yek ji wan nehatiye.
Îro roj bila gelê me baş zanibe kî dostê wane kî dijminê wane.”

Seydo di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Şengalê kir da ku biçin ser sîndoqan, dengê xwe bidin.

Destaya Eşîran ya Şengalê bi rojeva hilbijartinê kom bûn

Back to top button