Şandeya NY deriyê namzedîtiyê ji bo desthilatdariyê vedike

Şandeya NY bo Lîbyayê, deriyê namzedîtiyê ji bo Meclisa Serokatiyê ku ji 3 endaman pêk tê, her wiha ji bo Serokwezîrtiyê jî, vekir.

Şandeyê duh bi daxuyaniyekê diyar kir ku pêşkêşkirina daxwaznameyên namzedîtiyê wê 28 vê mehê bi dawî bibe.

Ev biryar, di encama Dîdargeha Giftûgoya Siyasî ya Lîbî ku Mijdara borî li Tûnisê pêk hatibû de, hat girtin.

Şandeya NY da xuyakirin ku ji bo qebûlkirina daxwaznameyên namzedîtiyê, ew ê komîteyekê ji 3 endaman ava bike.

Piştî bidawîbûna dema pêşkêşkirina daxwaznameyan jî, wê şandeya NY, ji bo dengdanê, Dîdargeha Giftûgoya Siyasî, ji 1 ta 5 Sibatê, li Swîsreyê bicivîne.

Mijdara 2020’an, NY ev Dîdargeh bi beşdariya 75 kesayetên Lîbî, bi armanca danîna nexşerêya hilbijartinên giştî li welêt, li Tûnisê li dar xistibû.

Wê demê, Amerîka û gelek welatên Ewropî, lihevkirina beşdarên Dîdargehê li ser mekanîzmeya hilbijartinan, erênî nirxand.

Back to top button