6 polîsên Efxanî li ser destê çekdarên Talibanê hatin kuştin

Li Efxanistanê, 6 polîsên welêt li ser destê çekdarên Talibanê hatin kuştin. 

Li herêma Nemrûz a li başûr-rojavayê Efxanistanê, vê sibehê êrîşeke çekdarên Talibanê li dijî nuqteyeke polîsên welêt rû da.

Berdevkê polîsên herêmê ragihand ku êrîş bi dehan çekdar û ji du aliyan ve pêk hat û di encamê de, 6 polîs hatin kuştin, 3 jî hatin birîndarkirin.

Di 10 vê mehê û li heman herêmê, di encama êrîşeke asmanî de ku artêşa welat Taliban tê de kiribû armanc, derdora 12 sivîlî hatibûn kuştin.

Back to top button