“Tunekirina PKK’ê xeyalek e û wê ti carî pêk neyê”

Partiya Hizba Zehmetkêşanî Kurdistan û ya Tevgera Azadî bertek nîşanî danustandinên PDK’ê bi Wezîrê Parastina Tirkiyê Hulusî Akar re nîşan dan û diyar kir ku PKK gel e û tunekirina wê xeyalek nepêkhatî ye.

Di salvegera êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê de, Wezîrê Parastina Tirkiyê Hulusî Akar serdana Hewlêrê kir û digel rayedarên Iraqî û PDK’ê Mesûd, Nêçîrvan û Mesrûr Barzanî civiya.

Naveroka vê serdanê jî, bê guman bi destê partiyek qaşo Kurd e, têkbirina destketiyên Kurdan li Şengal û Başûrê Kurdistanê bû.

Wezîrê Parastina Tirkiyê Hulusî Akar jî bi xwe ragihand ku wan bi PDK’ê re li dijî tunekirina PKK’ê nîqaş kiriye.

dimenê mesud û akar bidin

Ev dîmenê hevkariya bi dijminên Kurdan re, di nava partiyên Başurê Kurdistanê de rastî bertekan hat.

Endamê Komîteya Navendî ya Hizba Zehmetkêşanî Kurdistan Bextiyar Mistefa li dijî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re derket û got:

Enqere naxwaze bi navê Kurdan tiştekî bibîne û rojane wan dikuje.

Mînaka berbiçav jî Rojava ye. Divê PDK dest ji hevkariya bi Tirkiyê re berde.

Bextiyar Mistefa diyar kir ku divê PDK li gel dewleta Tirk ti peywendiyek li ser hesabên parçên din ên Kurdistan û şerê PKK’ê nedeyne. Ji ber ku PKK gel e û ji bo bidestxistina mafên Kurdan têdikoşe.

Berpirsê Desteya Dîpolomasî ya Tevgera Azadî Hisên Kerkûkî jî hatina şanda leşkerî ya Tirk bi van sedeman ve girêda;

“Dewleta Tirk di dema derbasbûyî de di êrîşên xwe yên li ser Başûrê Kurdistan û PKK’ê de bi ser neketiye û bê encam maye.

Ji bo wê, êdî naxwaze artêşa xwe tenê têxe nava şer, dixwaze piştgiriya Iraq û Herêma Kurdistanê jî wergire.”

Kerkukî got:

“Tunekirina PKK’ê tenê xeyalek e û ev jî wê pêk neyê..

Tenê rêyek çareseriyê li pêş dewleta Tirk heye, ew jî divê vegere Îmraliyê û ji bo pêvajoya aştiyê li gel Rêber Apo danûstandinan bike.”

Hesen Kerkûkî di dawiyê de bang li partiyên din ê Başûr kir ku helwesta xwe zelal bikin ka li gel PDK’ê û li eniya dijî Kurdan in, yan jî li ser xeta netewî ne.

Back to top button