Hefteya bê, 2 şandeyên Başûrê Kurdistanê serdana Bexdayê dikin

Ji bo nîqaşkirina para Başûrê Kurdistanê di budceya Iraqê ya sala 2021’ê de, 2 şande serdana Bexdayê dikin.

Wezîrê Plankirinê yê hikumeta Başûrê Kurdistanê Dara Reşîd ragihand, ku hefteya bê, şandeyeke hikumî û yeke siyasî, serdana Bexdayê dikin.

Dara Reşîd duh di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku şandeya hikumî, Şemiya bê, bi serkêşiya serokê herêmê Nêcîrvan Barzanî, serdana Bexdayê dike, piştre şandeyeke siyasî jî berî dide wir.

Li gorî çavkaniyeke nêzî serokatiya hikumeta Iraqê, hikumeta Başûr û ya navendî beriya vê serdanê gihîştine lihevkirinekê û Başûr projeya budceyê ya ji aliyê hikumeta navendî ve hatiye amadekirin, erê kiriye.

Back to top button