Çalakiya xelkên Şengalê weke bertek li dijî planên li ser Şengalê, di roja 52’an de, dewam dike.
Çalakiya xelkên Şengalê ya bi dirûşmeya “Em hemû Asayiş in” û bi armanca destekdayîna Asayîşa Êzidîxanê, di roja xwe ya 52’an de ye.
Şênî di çerçoveya li dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê de, li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê kon vedane.
Şengaliyan bi gotina ”Em ê heya dawiyê li dijî van plan û peymanên qirêj li ber xwe bidin, em ê bi berxwedanê bi ser kevin ” helwesta xwe diyar kir.
Rîham Hiço: Tirkiye dixwaze pîlanên xwe yên qirêj bi Iraqê bide kirin
Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Rîham Hiço balkişand ser peymana dagirkirina Şengalê û diyar kir ku tişta DAIŞ’ê nekirî niha dixwazin bi van plan û peymanan bikin got;
Dewleta Tirk dixwaze planên xwe ya qirêj bi Iraqê bide kirin.
Ev peyman ji bo qirkirina civaka Êzidî hatiye îmzekirin.
Îro gelê me ji bo destkeftî û nirxên xwe di nava têkoşîn û berxwedanê de ye.