HPG: 23 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin

Di ser tevgera dagirkeriyê ya dewleta Tirk re mehek derbas bû.
Û hê jî gerîlla li Zap, Avaşîn û qadên din ên Herêmên Parastinê yê Medyayê, rê nadin artêşa Tirk.
Li gorî daxuyaniya HPG’ê di nava 24 saetên dawî de, 23 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encama şerê 24 satên dawî bi raya giştî re parve kir.

Li gorî vê;

  • Li herêma Avaşînê

14’ê Gulanê artêşa dagirker, 13 caran bi gazên kîmyewî êrişî qada Werxelê kir.

Paşê hewl da ber bi çeperên şer ve pêş de were.

Di encama bersivdayîna gerîlla de, hêzên dagirker nekarin tevbigerin.

  • Li herêma Zap’ê

14’ê Gulanê hêzên artêşa Tirk hewl dan ber bi çeperên şer ên Qada Girê Şehîd Hewrê ve pêşde werin.

Gerîlla bi çalakiyên sabotajê bersiv da dagirkeran.

Kêliya pêşî 3 leşker hatin kuştin.

Leşkerên mayî jî 20 kîlo teqemenî li pey xwe hiştin û reviyan.

Di vê çalakiyê de kamreyeke dijmin jî ket destê gerîlla.

Heman rojê, li Qada Çiyayêreş, hêzên dagirker bi balafiran 10 caran devera Girê Cehennem bombebaran kirin.

Paşê xwestin di bejahî re pêş de werin û çekên kîmyewî bikar bînin.

Gerîlla hêzên artêşa Tirk xistin bin kontrolê bi bandor li wan dan.

Li vir 5 leşker hatin kuştin.

Dagirkerên ku derbên giran xwarin danê êvarê xwestin paşde biçin.

Gerîlla careke din pêşî li wan girt û bi dijwarî bersiv da wan.

Di encamê de 13 leşker hatin kuştin û 10 jî birîndar bûn.

Gerîllayên Zapê ku bi rihê canbexşane ê Apocî bersiv dan artêşa dagirker çalakiyên bi bandor pêk anîn.

Li derdora çeperên şer ên devera Kale jî di çalakiya sabotajê ya gerîllayan de 2 leşker hatin kuştin.

Li derdora Şikefta Birîndaran jî çeperên artêşa Tirk bûn armanca lêdana çekên giran ên gerîlla.

Dîsa li Qada Kurojaro, helîkopterên artêşa dagirker ku xwestub Girê Rûbar bombebaran bikin, ji aliyê gerîlla ve hatin astengkirin.

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku di navbera 13 û 14’ê Gulanê de artêşa dagirker qadên Zap, Xakûrkê û Metînayê deh caran bi balafir, helîkopter û topan bombebaran kirin.

Back to top button