Çeteyan 5 welatî ji navenda Efrînê û navçeyên wê revandin

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê bê navber dewam dikin. Çeteyan 5 welatî li navenda Efrînê û navçeyên wê û welatiyek Efrînî li Stanbolê revandin. Çeteyan jineke Êzidî ku beriya 2 salan revandibûn, 6 sal cezayê girtîgehê lê birin. Çeteyan li navçeyên Şera û Bilbilê jî 135 darên zeytûnê birîn.

Li Efrîna dagirkirî, dewleta Tirk û çeteyên wê rojane li dijî welatiyan sûc û binpêkirinan dikin.

Çeteyên dewleta Tirk 5 welatî dîsa bi hêcetên mîn yên berê ji Efrînê revandin.

Navên kesên hatine revandin wiha ne,

Mihemed Izet çeteyan ew ji navenda bajarê Efrînê revand û di berdêla berdana wî de pere jê wergirtin.

Mihemed Omer û Omer Omer yên birayên hev.

Elî Osiklî û Ebdo Osiklî yên ji navçeya Mabata ku ew jî birayê hev in.

Çeteyan her 4 kesên navborî birin cihekî ne diyar û heta niha çarenûsa wan ne diyar e.

Welatiyên Efrînê ne tenê li Efrînê, li derveyî Efrînê jî têne revandin.

Istixbarata Tirk li bajarê Stenbolê welatiyê Efrînî yê bi navê Mihemed Omer ê ji gundê Hesen Dêra revand.

Çeteyan beriya çend rojan jî 4 welatî ji gundê Dargirê revandin û piştî ku fidye ji malbatên wan girt, ew berdan.

Çeteyan 6 sal cezayê zindanê li jineke Êzîdî birîn

Çeteyên dewleta Tirk di sala 2020’an de jina Êzîdî ya bi navê Xezala Simo ya ji gundê Êska revand.

Çeteyan herî dawî bi hincetên bêbingeh qaşo ew dadgeh kirin û 6 sal cezayê girtîgehê lê birîn.

Çeteyan 135 dar li navçeyên Şera û Bilbilê birîn

Li hêlekê sûc û hovîtî li dijî mirovan tê kirin, li hêla din xwezaya Efrînê tê wêrankirin.

Çeteyan herî dawî 65 dar li naçeya Şera û 70 dar jî li navçeya Bilbilê, birîn.

Back to top button