Hêzên hikûmeta Şamê derdora Laziqiyê, Heleb, Hema û Idlibê bombebaran kir.
Li Derayê jî di encama êrişekê de leşkerekî hikûmeta Şamê hate kuştin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku, hêzên hikûmetê bi çekên giran êrişî çiyayê El-Ekrad yê li bakurê Laziqiyê û derdora Kefir Nûran û Kefir Te’ial yên li rojavayê Helebê, kir.
Hat ragihandin di heman demê de, hêzên hikûmetê êrişî herêma Sehil El-Xab ya li rojavayê Hemayê û çiyayê Elzawiya ya li başûrê Idlibê kirin.
Li Derayê leşkerekî hikûmeta Şamê hate kuştin
Herwiha çavdêriyê da zanîn ku şevê din li taxa El-Ebasiyê ya li Dera El-Beled kesên çekdar gule li endamekî Firqeya 4’an ya hikûmeta Şamê reşandin û ew hate kuştin.