Koma Meqawmey Îsalmî êrişê hêzên Amerîka yên li Hewlêrê kir

Koma Meqawmey Îslamî ragihand ku di saetên dereng ên şeva borî de hêzên wan li dijî hêzên Amerîkayê yên li balafirgeha Hewlêrê êrişeke pêkanîne.

Koma Meqawmey Îslamî ya li Iraqê di derbarê êrişek nû ya li ser baregeha hêzên Amerîkayê ya li Hewlêrê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hatiye ragihandin ku di saetên dereng ên şeva borî de bi rêya balafirek bê mirov êrişî ser baregehek leşkerî ya hêzên Amerîka yên li Hewlêrê kirine.

Weke tê zanîn hefteya borî piştî ku di navbera Îsraîl û Hemasê de agirbestek hat ragihandin, komên çekdar li Iraq û Suriyeyê êrişên xwe yên li ser hêzên Amerîkayê sekinandibûn.

Lê piştî ku roja Înê agirbest bi dawî bû û şerê navbera Îsraîl û Hemasê dîsa destpêkir, komên çekdar ku nêzî Îranê ne, dest bi êrişên xwe yên li ser baregehên Amerîka ên li Iraq û Sûriyê kirin.

Back to top button