TEV-DEM’ê Cejna Remezanê pîroz kir

TEV-DEM’ê Cejna Remezanê li cîhana Îslamî pîroz kir û hêvî kir ku cejn bibe wesîleya çareserkirina pirsgirêkan.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi boneya Cejna Remezanê peyamek weşand û ev tişt anî ziman:

”Dewleta Tirk û çeteyên wê mîna van boneyan bi kar tînin da planên xwe yên siyasî yên şovenîst pêk bîne.

Dagirker guh nadin nirxên cejnan, lê cejnan vediguherîne dojeh li ser serên civakên ku bi mezheban bawer in.

Li herêmên dagirkirî, bi taybetî li Efrîn, Şehba, Eyn Îsa, Zirgan û Kobanê siyasetên dagirkirin û qirkirin pêk tînin.”

TEV- DEM’ê Cejna Remezanê li hemû pêkhateyên Sûriyê, civaka îslamî û malbatên şehîdan pîroz kir.

Û hêvî kir ku ev cejn bibe wesîleya çareserkirina pirsgirêkan.

Back to top button