James Jeffrey: Îran ji bilî birçîbûn, kuştin û girtinê, tiştek ji Sûriyê re nekiriye

Der barê serdana Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Zerîf de, berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Morgan Ortigas diyar kir ku “rejîma Îranê ji sala 2012’an ve, bêtirî 10 milyar dolar pêşkêşî hikumeta Şamê kirine”.

Ji aliyê xwe James Jeffrey jî der barê serdana Zerîf de, da zanîn ku “Îran ji bilî birçîkirin, bombebaran, kuştin û binçavkirinê, tiştek ji gelê Sûriyê re nekiriye”.

Jeffrey diyar kir ku, “eger Îran ewlehiya Sûriyê dixwaze, divê piştgiriyê bide pêvajoya siyasî û Hizbullah û çeteyên girêdayî xwe ji Sûriyê derxe”.

Li gorî çavkaniyên dîplomatîk, Îran, bi vê serdanê dixwaze ji hebûna xwe ya siyasî û leşkerî li Sûriyê piştrast bibe.

Back to top button