Şaneyên hikumeta Şamê û yên artêşa Tirk û çeteyên DAIŞ’ê kesayetên siyasî, leşkerî û eşîreyan li Dêrazorê dikin armanc.
Şêx û rûspiyên Dêrazorê destnîşan kirin ku ew piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD’ê dikin û ew ê li hember êrîşan hevgirtî bin.
Berdevkê Meclisa Kombûna Eşîran a El Bû Kemal Selah El Selman diyar kir ku
gelek welat û aliyên hundirîn li dijî projeya neteweya demokratîk şer dimeşînin û wiha got:
“Kesayetên girîng ên herêmê dikin armanc da rewşa ewlehî, siyasî, aborî û civakî ya herêmê têk bibin.
Dê hemû hewldanên ku dixwazin vê projeyê têk bibin, em ê pûç bikin.
QSD’ê dikare her êrişekê têk bibe.
Em ê li hember êrişan hevgirtî bin”
Rûspiyê eşîra El Şeîtat Ebdulrehman El Daxfîc jî da zanîn ku armanca wan ji êrîşan derxistine tevliheviyê ye û got:
“Armancgirtina kesayetên giştî û fermandarên QSD’ê delîlê lawazbûn û bêçaretiya kesên ku dijminahiya projeya neteweya demokratîk dikin nîşandide.
Em ji van aliyan re dibêjin hûnê negihêjin armancên xwe.”