Di şerê li ser gundê Siyanê yê Başûrê Kurdistanê de, 4 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.
Li gorî dezgehên ragihandinê yên Tirkiyê, di nav de 2 payebilind, 4 leşkerên Tirk hatin kuştin.
Çavkaniyan jî ji herêmê ragihand ku hêzên PDK’ê li qada Siyanê cilên leşkerên dewleta Tirk li xwe kirine û daye pêşiya wan ji bo êrîşî gerîlayan bikin.
Pisporê leşkerî yê dewleta Tirk Abdullah Agar li ser hesabê xwe yê twîttire ev agahî piştrast kir û got:
“Hêzên PDK’ê cilên leşkerên me li xwe kirine û alîkariya me dikin.
Ev gava PDK û pêşmergeyan, PKK’ê gelekî aciz kiriye”.
Agar her wiha teqez kir, ew ê bi hevkariya PDK’ê, Garê bixin destê xwe.