Navçeya Eyn Îsa û gundewarên wê, dîsa ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatin topbarankirin.
Artêşa dagirker û komên wê yên çete, şevê din, careke din gundên Mişêrfe û Seyda yên navçeya Eyn Îsayê, rêya M4 û seyrangeha El-Nexîl dan ber topan.
Beriya vê jî çeteyan gundên Tewîlê û Dişîşiyê yên nêzî rêya M4 li rojavayê navçeya Til Temirê topbaran kirin.
Di encamê de, zarokê bi navê Yezen Mihemed Elî ê 6 salî hat birîndarkirin.