Ji bo azadiya Rêber Apo gelê herêmê di nav çalakiyan de ne

Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û eşkerekirina rewşa wî didomin.
Di vê çarçoveyê de Rêveberiya Dibistanan a navçeya Çilaxa ya girêdayî Qamişlo ji bo xwendina pirtûkên Rêber Apo çalakiyek li dar xist.
Her wiha Welatiyên kantona Cizîrê jî bang li rêxistinên hiqûqî kirin ku der barê tenduristiya Rêber Apo de raporekê bidin

Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û eşkerekirina rewşa wî didomin.

Rêveberiya Dibistanan a navçeya Çilaxa di çarçoveya pêngava “Roja Xwendina Pirtûkên Abdullah Ocalan’ çalakiyek li dar xist.

Revebera Rêveberiya Dibistanan a Çilaxa Nezha Seyfedîn armanca vê çalakiyê diyar kir û got:

“Em dixwazin ji cîhanê re bidin xuyakirin ku tu kes nikare fikrê Rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan asteng bike.

Gelên herêmê piştgiriyê dide berxwedana greva birçîbûnê ya girtiyên li girtîgehên dewleta Tirk de hatine ragirtin.”

Piştî erdheja Derya gelê herêmê ji rewşa Rêber Apo bi fikar e

Her wiha Welatiyên kantona Cizîrê jî diyar kirin ku piştî erdheja li Stenbolê fikarên wan ji rewşa ewlehî, tenduristî ya Rêber Apo zêdetir dibin.

Mehmûd Emîn ê ji navçeya Til Temirê da zanîn ku ev 34 mehe dewleta Tirk hevdîtina parêzer û malbatê li gel Rêber A[po qedexe dike û wiha got:

“Ev yek gumanên me yên li ser rewşa wî ya tenduristiyê çêdike.

Di serî de CPT’yê ez bang li rêxistinên hiqûqî dikim ku der barê tenduristiya Rêber Apo de raporekê bidin. ”

Hêvîn Sebrî jî diyar kir ku berî demekê erdhejek li bajarê Stenbolê ya Tirkiyê rû da, ev yek wan xiste nava fikaran û wiha anî ziman:

“Me berê xwe da qadan da ku dewleta Tirk rewşa Rêber Apo zelal bike.”

Îsa Herb jî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide rê li ber belavkirina fikrê Rêber Apo bigire, lê Rêber Apo girtîgeh kiriye çavkaniya zanist û felsefe û biratiya gelan.

Back to top button