Ji bo hilbijartinê Iraqê bang: Pêwîste hemû saziyên şengalê seferber bibin

Ji bo roja dengdanê ya hilbijartinên parêzgehên Îraqê biryare 18’ê Kanûnê were lidarxistin, hemû aliyên siyasî û namzetên serbixwe di pêvajoya bangeşeya hilbijartinê de ne.
Rêveberiya Xweser a Şengalê jî bi çar namzetan ji lîsteya ‘Yekîtiya Gelên Neynowayê’ tevlî hilbijartinên parêzgeha Mûsilê dibe.
Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Nayîf Şemo û Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Xweser ya Şengalê Hisên Sado bang li hemû sazî û rêxistinên Şengalê kirin ku ji bo hilbijartinê seferber bibin.

5 roj ma ji hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê re ku biryare 18’ê Kanûnê were lidarxistin.

Rêveberiya Xweser a Şengalê jî bi çar namzetan ji lîsteya ‘Yekîtiya Gelên Neynowayê’ tevlî hilbijartinên parêzgeha Mûsilê dibe.

Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Nayîf Şemo û Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Xweser ya Şengalê Hisên Sado têkildarî pêvajoya hilbijartinê axivîn.

Nayîf Şemo da zanîn ku kesên heya niha li ser hesabê Êzidiyan hatine hilbijartin, ne bi xwesteka gel bûne û wiha got:

“Weke civaka Êzidî mafê me jî heye, em tevlî hemû proseyên demokratîk yên Iraqê bibin.”

Nayîf Şemo: Emê bikarîn hilbijartinên parlementoyê jî qezenc bikin

Nayîf Şemo bang li hemû sazî û rêxistinên girêdayî Rêveberiya Xweser kir, ji bo hilbijartinê seferber bibin û wiha got:

“Eger hemû saziyên me dest bidin hev û sefer bibin, emê bikaribin hilbijartinên encûmena parêzgehê û heta ya parlementoyê jî qezenc bikin.”

Hisên Sado: Gelê Şengalê dikare bi dengên xwe guhertinên mezin çêbike

Her wiha Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Xweser ya Şengalê Hisên Sado jî destnîşankir ku di hilbijartinên Iraqê de yek ji herêmên girîng Şengale û wiha anî ziman:

“Gelê Şengalê dikarin bi dengê xwe guhertinên mezin çêbikin.

Hemû aliyên siyasî yên li Iraqê bi hemû hêza xwe kar dikin da ku ji bo di hilbijartinê de serkeftinê bidest bixin.”

“Pêwîste gelê me bi hêviyeke mezin biçe ser sindoqan”

Hisên Sado eşkere kir ku li Şengalê rojeva hilbijartinê germe û namzetên Rêveberiya Xweser ya Şengalê de her alî de kar û xebatên xwe berdewam dikin û wiha got:

“Em di wê baweriyê de ne ku ev hilbijartin wê bi serkeftî derbas bibin.

Em bang li xelkê xwe dikin beşdarî di pêvajoya dengdanê de bikin û biçine ser sindoqan.

Divê em bê hêvî nebin da ku em karibin nûnerê xwe yê rast biserbixin.”

Back to top button