Li London û Dusseldorfê bi hezaran jin ji bo pergala wekheviya zayendî meşiyan

Li London û Duseldorfê bi hezaran jin bi boneya 8’ê Adarê bi dirûşmeya, “Yek jin, yek beden, yek stran, yek evîn” li dijî tundiya polîs-dewlet, pergala mêr, tundiya li dijî r jinê, ji bo pergala wekheviya zayendî ya jinan daketin qadan. Her wiha li bajarê Zurîhê ji bo 8’ê Adarê semînerek hat dayîn.

Li Londonê bi hezaran jin bi boneya 8’ê Adarê bi dirûşmeya, “Yek jin, yek beden, yek stran, yek evîn” li dijî tundiya polîs-dewlet, pergala mêr, îstîsmara kedê û şîdeta li ser jinê, ji bo pergala wekheviya zayendî ya jinan daketin qadan.

Li bajarê Dusseldorf bi boneya 8’ê Adarê meşk li dar xistin

Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê jî bi boneya 8’ê Adarê bi dirûşmeya “Ji Kurdistanê ber bi cîhanê ve jin jiyan azadî” mîtîng û meş li dar xistin.

Li bajarê Zurîhê semîner hat dayîn

Li bajarê Zurîhê ji bo 8’ê Adarê semînerek hat dayîn.

Semîner ji aliyê Nûnera Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Meryem Fethî hate dayîn û got:

Bi salan Îran têkoşîna jinan dijî Komara Îslamî ya Îranê didomin.

Divê ev têkoşîn neyê biçûk dîtin.

Felsefeya “Jin, jiyan, azadî” ku li Rojava zindî bû wê li Îranê jî zindî bibe.

Back to top button