Ji bo koçberên Girê Spî projeyeke aborî hat destpêkirin

Komîteya Aborî ya Meclisa Girê Spî, ji bo Koçberên Girê Spî projeyek daye despkirin. Proje di warê çandiniyê de ye. Hevserokê Komîteyê Bozan anî ziman ku wê 80 malbatên koçberan ji projeyê sûd bigrin.

Li gundê Samiriye yê rojavayê Eyn Îsayê, Komîteya Aborî ya Meclisa Girê Spî, projeyeke çandiniyê bi rûbera 300 donimî daye destpêkirin.

Di projeyê de sebzeyên havînê hatine çandin.

Li gorî Komîteya Çandiniyê, wê 80 malbatên koçber ên li Kampa Girê Spî, sûdê ji projeyê bigirin.

Komîte hemû pêdiviyên çandiniyê yên weke tov, semad û derman bo van malbatan pêşkêş dike.

Ji bo avdana sebzeyan jî, komîteyê bîr kolaye û jenerator jî amade kiriye.

Hevserokê Komîteya Aborî ya Meclisa Kantona Girê Spî Egîd Bozan li ser armanc û girîngiya projeyê axivî.

Bozan destnîşan kir ku, ji bo xurtkirina aborîya koçberan, proje gaveke girîng e û wiha got:

Li gel şert û mercên mirovî û aborî yên dijwar, bi rêya vekirina mîna van projeyan em piştgiriya cotkaran dikin.

Em jî tov, semad, erd û pêdiviyên din mîna jenerator û sotemeniyê pêşkêşî wan dikin.”

Bozan bibîr xist ku Komîteya Aborîyê beriya vê projeyê jî, li bajarokê Hîşe projeyek ji bo çandina genim bi rûbera 250 donimî vekir û 26 malbatan sûd jê girt.

Back to top button