Rûspiyên eşîrên Efrînê bang li QSD′ê kir; bakur û rojavayê Sûriyê rizgar bikin

Rûspiyên êlên herêma Efrînê bang li QSD`ê kir ku li gorî lihevkirina kurdî-erebî bakur û rojavayê Sûriyê rizgar bikin.

Bi beşdariya bi dehan rûspiyên êlên Ereb û Kurd ên kantona Efrîn û Şehbayê, nûnerên partiyan li hola şehîd Axîn Welat a li navçeya Fafîn a Şehbayê civînek li dar xist.

Di civînê de Meclisa Rêveberiya Rûspiyên eşîrên Ereb û Kurd a herêma Efrînê ji 5 rûspiyan hate avakirin.

Piştre encamnameya civînê bi zimanê Kurdî û Erebî hat xwendin.

Hin xalên girîng ê encamnameyê bi vî rengî ne: “Dewleta Tirk rola wêranker li Rojhilata Navîn, bi taybet li Sûriyê pêk anî.

Hewlên nêzîkbûna hikumeta Tirkiyê ji hikumeta Sûriyê re taktîkî ne ku demê qezenc bike û wê di hilbijartinên Tirkiyê yên bê de bi kar bîne.

Her wiha di civînê de bang li fermandariya QSD’ê hat kirin ku ji bo rizgarkirina bakur û rojavayê Sûriyê hêzên terorîst dest bi hemleyekê bikin, da ku li gorî lihevkirina Erebî-Kurdî Sûriyeke demokratîk ava bikin.

Back to top button