Çalakiya konvedanê bi soza xurtkirina têkoşînê bi dawî bû

Kongra Star û PYD’ê bi armanca şermezarkirina tecrîda girankirî û nameyên gefxwarinê yên li dijî Rêber Apo çalakiya konvedanê li taxa Şêxmeqsûdê dabûn destpêkirin çalakî di roja xwe ya sêyemîn de bi dawî bû.

Endama Koordînasyona Kongra Star Fehîme Hemo diyar kir ku heta azadiya fizîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin ewê têkoşîna xwe bidomînin.

Rêvebera Nivîsgeha Têkiliyan a PYD’ê Eyşe Hiso jî li ser Berxwedana 14’ê Tîrmehê û Şoreşa 19’ê Tîrmehê axivî.

Eyşe destnîşan kir ku bingehê şoreşê Berxwedana zindana û Rêber APO ye û got:

“Dewleta Tirk bi rêya tecrîdê û nameyên gefxwarinê dixwaze gelên ku xwedî li ramanê Rêber APO derketine qir bike lê wê negihê armanca xwe.”

Di çalakiyê de sînevîzyonek li ser têkoşîna Rêber APO û berxwedana zindana li hate nîşandan .

Back to top button