Çalakiya konvedanê ya ku Kongra Star a Helebê bi koordîneya PYD’ê li dar dixe di roja duyemîn de bi beşdariya şênî, endamên saziyên sivîl û partiyan didome.
Di çalakiyê de endama Meclisa Giştî ya PYD’ê Mewlûde Elî axivî û destnîşan kir ku tişta Rêber Apo ji gelê xwe re kiriye, bêhempa ye.
Endama Koordînasyona Kongra Star Nercis Bekir axivî û wiha anî ziman:
“Rêbertî serî natewîne tevî ku rastî gelek sûcan tê.
Divê em jî xwedî li fikr û felsefeya wî derkevin û têkoşînê bidomînin.”
Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Emîre Tofan tecrîd şermezar kir û û wiha got:
“Vîna gel ê ku xwedî li fikr û felsefeya rêbertî derketiye, nayê şikandin û heta azadiya wî pêk neyê, gel dê raneweste.”
Hevserokê Yekitiya Parêzeran Elaudîn El Xalid Kalo jî got:
“Sûcên li dijî Rêber Abdullah Ocalan tên kirin, nîşan didin ku dewleta Tirk çareseriya aştiyane naxwaze ji wê zêdetir dixwazin fikr û felsefeya wî tune bikin.”