Li dijî tecrîdê li Helebê kon hat vedan

Li Helebê ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber Apo û nameyên gefxwarinê çalakiyeke konvedanê hat lidarxistin.

Çalakî li qada Cibênat a rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dar ket.

Endamên saziyên sivîl û partî tev li çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de gelek kes axivîn ..

Endama Koordînasyona Kongra Star Rûşîn Mûsa axivî û got:

“Nameyên gefxwarinê yên ku dewleta Tirk cihê şermê ye ..

Heta azadiya fîzîkî ya Rêber APo pêk were, dê çalakiya me berdewam bikin.”

Endama Însiyatîfa Ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Bedran Hemo jî got:

“Divê her kes têkoşîna xwe berdewam bikin ..”

Dawiyê sinivzyonek têkildarî berxwedana Rêber Abdullah Ocalan li Îmraliyê hate pêşandan.

Çalakî dê heta 17’ê mehê berdewam bike.

Back to top button