“Amerîka 2500 leşkerên xwe dişîne Iraq û Sûriyê”

Medyaya amerîkî dibêje ku wê 2500 leşkerên din ên amerîkî ji bo Sûriyê û Iraqê werin şandin.
Li gor berpirsên wê, ev leşker dê di çarçoveya xebatên Koalîsyona Navneteweyî de werin herdu welatan.

Amerîka 2500 leşkerên xwe dişîne Sûrî û Iraqê.

Tora Seven News a amerîkî vê agahiyê belav dike û piştrast dike ku “2500 leşker ji tîma çiyayî bi rê ketine da ku li Sûrî û Iraqê belav bibin û şahiya xwe ya xatirsxwestinê li baregeha Fort Drom a amrîkî qedandine”

Li gor generalê amerîkî Matt Braman ev leşker di çarçoveya xebatên Koalîsyona Navneteweyî de, dê 9 mehên pêşî li herdu welatan biborînin.

Di rewşa heyî de û piştî biryara Serokê Berê yê Amerîkayê Donald Trump, tenê 900 leşkerên amerîkî li tevahiya Sûriyê ne.

Ev tevgera amerîkî di demekê de tê ku ragerşiyeke esmanî di navbera wê û Rûsyayê li Sûriyê gur dibe û berî niha jî balafirên F-22 şandibûn vî welatî.

Her wekî berî çend rojan malpera Monitorê li ser zimanê berpirsekî amerîkî eşkere kir ku Rûsya û Îran planekê datînin da ku hêzên amerîkî ji Sûriyê derxînin.

Lewra, general Matt Braman dibêje ku “bang tê kirin ku Amerîka careke din bi rûmetê ve hilkişe”

Lê di heman demê de, hefteya borî Hêzên Sûriya Demokratîk idîayên di derbarê tevgera hêzên wan li Dêra Zorê red kiribû ku ew amadekriyê ji ti operasyonê re nakin.

Back to top button