Rêxistina Afûya Navnetewî: Divê dorpêça li taxên Helebê bi dawî bibe

Dorpêça li dijî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dewam dike. Rêxistina Afûya Navnetewî derbarê dorpêçê de daxuyaniyek da û got: “Divû hikûmeta Şamê dorpêçê bi dawî bike û rê li ber derbaskirina alîkariyên mirovî veke.”

Rêxistina Afûyê Ya Navnetewî di daxuyaniya xwe de got: “Hikûmeta Şamê bi vê dorpêça ku li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ferz kiriye rê li ber karestên mirovî vedike.

Bi hezaran sivîl li van deveran ku beşek mezin ji wan koçber in dimînin.”

Rêxistinê diyar kir ku ji ber sotemenî peyda nabe, welatiyan dest bi şewtandina alavên xwe yên malê û bilastîkan kirin.

Rêxistinê bang li hikûmeta Şamê kir ku dorpêçê bi dawî bike û rê li ber derbasbûna alîkariyên mirovî veke.

Lêkolînera ofîsa herêmî ya Rêxistina Afûya Navnetewî li Beyrûtê Diyana Semain jî derbarê heman mijarê de axivî û got: “Divê dorpêç bi dawî bibe.”

Back to top button